Li Rojavayê Kurdistanê 5 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 200 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Jiyan a Covîd-19ê
Navenda Jiyan a Covîd-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 200 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 200 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 37 kes li Hesekê, 62 kes li Qamişlo, 39 kes li Dêrikê, 6 kes li Dirbêsiyê, 17 kes li Reqayê, 26 kes li Tebqayê, 8 kes li Kobanî, 5 kes jî li Minbicê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 11533 kesan, ji wan 1351 kes baş bûne û 410 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.