Li Tirkiyê 258 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 258 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Tirkiye
Tirkiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 258 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 33 hezar û 201 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 8ê Nîsanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 55 hezar û 5941 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2316 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 3 milyon û 689 hezar û 866 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 37 hezar û 914 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 3 milyon û 232 hezar û 892 kesan.