Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê: Em dixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêz bibe

Hewlêr (K24) - Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê John Major daxwaz dike ku hikûmeta welatê wî bi heman şêweya 30 sal berê, ligel civaka navdewletî bixebite ji bo piştevaniya zêdetir li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û eşkere dike: “Em dixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêz bibe û siberojeke baş ji bo hemwelatiyên Kurd pêk were.”
Li Parlamentoya Brîtanyayê vîdyo-konferansek li ser salvegera biryara 688an û pêkanîna Herêma Aram hat sazkirin û John Major di konferansê de axivî, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di vîdyo-konferansê de beşdar bû.
John Major diyar kir: “Fikra Herêma Aram li Brîtanyayê hat danîn, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hat piştevanîkirin, ji aliyê Amerîkayê ve hat pesendkirin, li Neteweyên Yekbûyî jî biryar hat dayîn.”
Major destnîşan kir: “Rê li ber êrîşên esmanî yên rejîma Sedam ên bi ser gelê Kurd de hat girtin. Niha jî wek hemwelatiyekî asayî, hezkirin û pêzanîna min heye ji bo gelê Kurd, ji bo wêrekiya Pêşmerge, ku di rûbirûbûn û têkbirina tundrewan de qurbanî dane. Pêzanîna min ji bo bexşendeyiya gelê Kurd heye ku bi milyonan aware li xwe girtine.”
Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê eşkere kir: “Ez dizanim niha Hikûmeta Brîtanyayê çi qas girîngî dide pêwendiyên xwe yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, çimkî nirxên me yên hevbeş hene di rûbirûbûna terorîzm û pabendbûna bi nirxên demokrasî û lîberalîzmê. Bêyî wan, ti hemwelatiyek nikare jiyaneke azad û asayîş bijî. Ez baş dizanim ku hê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê çavê wê li piştevanî û niyetpakiya Hikûmeta Brîtanyayê ye. Me bi şanazî alîkariya Pêşmerge û xelkê Kurdistanê kiriye û di alîkariyan de jî berdewam dibin.”
John Major diyar kir: “Em dixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêz bibe û siberojeke baş ji bo hemwelatiyên Kurd pêk were.”
Major eşkere kir: “Çavê min lê ye ez werim Herêma Kurdistanê û wê cadeyê bibînim ku navê min lê hatiye danîn. Ez spasiya wefa û bexşendiyaya gelê Kurdistanê dikim.”