Hiqûqnas Turkdogan: Îhtimal heye doza girtina HDPê pûç bibe

Li Tirkiyeyê li ser doza girtina HDPê û daxwaza girtina Dadgeha Destûra Bingehîn nîqaşên siyasî berdewam dikin.
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê Ozturk Turkdogan
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê Ozturk Turkdogan

Enqere (K24) - Li Tirkiyeyê li ser doza girtina HDPê û daxwaza girtina Dadgeha Destûra Bingehîn nîqaşên siyasî berdewam dikin. Li gorî Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan, Dadgeha Destûrê bi vegerandina îdianameyê biryarekê di cih da daye û li gor, hiqûqê tevgerîya. Turkdogan ji bo K24ê da zanîn, eger heye doza girtina HDPê pûç bibe û bê jibîr kirin.

Piştî ku Dadgeha Destûrê îdianameya derbarê girtina HDPê da ji ber kêmasiyên usulî ji bo Serdozgeriya Komarî paşve şand, serokê MHPê Devlet Bahçelî dabû xuyakirin ku divê derhal li gel HDPê Dadgeha Destûra Bingehîn jî bê girtin. Bahçelî vê daxwaza xwe ya ku ji aliyê mixalefet û saziyên demokratîk ve rastî bertekan hatibû, carekê din îja li Parlamentoyê dubare kir.

Li gorî Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê hiqûqnas Ozturk Turkdogan, Dadgeha Destûrê bi vegerandina îdianameyê biryarekê di cih de daye û li gor, hiqûqê tevgeriya.

Ozturk Turkdogan ji K24ê re diyar kir: “Dadgeh li gorî yasaya muhakemeya cizayê û xalên girtina partiyên siyasî tevgeriya û îdianameyê vegerand. Dadgeh da zanîn ku, delîl û tawanbariyên di îdianameyê da têrê nake ku HDP bê girtin. Ne diyar e ka serdozgerî wê kengê îdianameyê sererast bike û vegerîne. Jixwe hêj Doza Kobaniyê didome. Ez hêvîdar im di nav demê da doza girtina HDPê bê jibîrkirin.”

Hevserokê ÎHDê Turkdogan, li ser daxwaza Bahçelî dide zanîn ku girtina Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza rêveberî û destûrekê otoriter û totaliter e û di demokrasyê da bi tu awayî ev yek nayê qebûlkririn.

Turkdogan dibêje: “Di raya giştî da êdî kes guh nade gotinên Bahçelî. Daxwaza girtina Dadgeha Bilind tê vê maneyê ku dixwazin li Tirkiyê rêveberî û destûrekê otoriter û totaliter saz bikin. Di welatên demokratîk û hiqûqî da daxwazên wiha nayên qebûlkirin. Wê ji vê daxwazê encamekê dernekeve.”

Îdianameya ku bi daxwaza girtina HDPê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hatibû amadekirin, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve paşve hat şandin. Ji bo car din Serdozgerî îdianemeyê sererast bike û paşve vegerîne tu maweyekê diyarkirî nîne.