Li Urmiyê girtiyekî Kurd hat bidarvekirin

Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê girtiyekî Kurd ji aliyê hikûmeta Îranê ve hat bidarvekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê girtiyekî Kurd ji aliyê hikûmeta Îranê ve hat bidarvekirin.

Malpera Mafên Mirovan a Hengawê ragihandiye; îro danê sibê girtiyekî Kurd bi navê Bayezîd Reşîdî li nav girtîgeha navendî ya Urmiyê hat bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, ew welatiyê kurd bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Bayezîd Reşîdî xelkê gundê Kelhor yê Urmiyê bû.

Çend roj berê jî 6 girtiyên Kurd, ku ji ber madeyên hişber hatibûn girtin, li nav girtîgeha Urmiyê de hatibûn bidarvekirin.

Bayezîd Reşîdî
Bayezîd Reşîdî