Helbestvanê kurd Ehmed Dilzar koça dawiyê kir

Ehmed Dilzar ji ber vîrûsa Koronayê îro li Hewlêrê di temenê 101 saliyê de koça dawiyê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Têkoşer û Helbestvanê kurd Ehmed Dilzar ji ber vîrûsa Koronayê îro li Hewlêrê di temenê 101 saliyê de koça dawiyê kir.

Ehmed Dilzar sala 1920 li bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê ji dayîk bibû. Bi sedan helbest bi zimanên kurdî û erebî nivîsiye. Berhemeka din Ehmed Dilzar, bîranîn alim û helbestvanê navdar Bab Tahîr Hemedanî ye ku ji Lorî vegerandiye Kurdî.

Ehmed Dilzar sala 1942 dest bi nivîsandina helbestan kir, wê demê bû serbaz di nav artêşa Iraqê de. 3 sal û nîv serbazî kir. Beşek ji serbaziya xwe li Filistînê derbas kir. Piştî serbaziya xwe vegeriya bajarê xwe. Sala 1946 tevlî tevgerên komonîstî bû, ji ber wê jî hat girtin.

Dilzar cara duyem li sala 1948 hat girtin. Sala 1949 ji girtîgeha Hewlêrê derbasî girtîgeha Bexdayê hat kirin. Li nav girtîgeha Bexdayê de jî ji ber fikr û çalakiyên xwe yên siyasî bi sê sal zîndan hat mehkûmkirin û sirgûnî girtîgeha bajarê Kût yê Iraqê hat kirin.

Ehmed Dilzar sala 1960 bû endamê desteya nivîskarên rojnameya Azadî li Bexdayê. Sala 1963 bû çekdarê partiya komonîst. Baregeha wan li gundê Kilkesimaq yê Koye bû, paşê derbasî gundê Awekird yê Koye bûn.

Ehmed Dilzar piştî heyamek dirêj ji penaberiyê, sala 1994 vegeriya Kurdistanê û li Hewlêrê niştecî bû. Îro 10 Nîsanê jî koça dawî kir.