Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê civiyan

Di civînê de rewşa Iraqê li rûyê siyasî û aborî û ewlehî ve, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wanhatin guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) –Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şeva borî li gel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert civiya.

Di civînê de rewşa Iraqê li rûyê siyasî û aborî û ewlehî ve, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, metirsiyên terorê û gefên DAIŞê hatin guftûgokirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pêşkêşkirina beşek ji bername û armanca serdana xwe ya Bexdayê, tekez li ser girîngiya rola yarmetîdera tîma Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir ku li navbera hemû hêz û aliyan da li guftûgoyê daye û dixwazê li çarçêweya erkê xwe ya li Iraqê de ji bo çareserkirina kêşeyan hevkariyê bike.

Ji aliyê xwe ve xanima Plasschaert xweşhaliya xwe bi berdewamiya guftûgoya Hewlêr – Bexda derbirî û hêvî xwest Herêma Kurdistan û Iraq bi guftûgo û li ser bingeha destûrê bigihin çareserkirina kêşeyan û hemû aliyên Iraqî ji bo derbaskirina rewşê û bi navê aramiyê da pêkve hevkar bin.