Nahît Eren wek Serokê Baroya Diyarbekir hat hilbijartin

Nahît Eren piraniya dengan bi dest xist û bu serokê nû yê Baroya Diyarbekir.

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê 47. Kongreya Serokatiya Baroya Diyarbekir hat li dar xistin. Kongre demek bu ji ber vîrusa Koronayê dihat paşxistin. Di encama kongreya ku 2 rojan dom kir de pêşbaziya serokatiyê baroya Diyarbekir de Nahît Eren piraniya dengan bi dest xist û bu serokê nû yê Baroya Diyarbekir.

Demeke dirêj bu ku ji ber metirsiya belavbuna vîrusa koronayê hemu cure kongre hatibun paşxistin û Kongreya Serokatiya Baroya Diyarbekir jî yek ji van kongreyan bu ku 47. Kongreya Serokatiya Baroya Diyarbekir di 10 û 11ê Nîsanê de derfet hat dîtin ku were li darxistin. Di kongreyê de 3 rikeber ketin pêşbaziyê ku yek ji rikeberan Nahît Eren amaje kir ku Barya Diyarbekirê wek remzek girîng hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li tevahiya Tirkiyeyê navnîşanek a hiquqê ye.

Nahît Eren ji K24ê re got: “Baroya Diyarbekir li herêmê jî li tevahiya Tirkiyeyê jî baroyeke bibandor û girîng e. Em ê li ser parastina mafên gelê Kurd xebatên xwe bikin. Em ê li ser parastina mafên mirovan berdewam bin.”

Rikeberê din ê hilbijartina Serokatiya Baroya Diyarbekir Cîhan Aydin ku di hilbijartina dawî de ew bi ser ketibu û serokatiya Baroya Diyarbekir kir, anî ziman ku Baroya Diyarbekir navnîşan û remzek girîng a bêalîbuna darazê ye ku cîbicîkirina dadê her dem diparêze.

Cîhan Aydin got: “Baroya Diyarbekirê baroyeke girîng e. Baroya Diyarbekirê her dem bêalîbuna hiquqê û darazê parastiye. Baroya Diyarbekir mafên jinan û zarokan parastiye, Baroya Diyarbekir mafên neteweyî parastiye. Ji ber vê yekê girîng e.”

Piştî ku parêzerên Baroya Diyarbekir çun ser sendoqan û dengê xwe bo hilbijartina Serokatiya Baroya Diyarbekir bi kar anîn, pêvajoya hijmartina dengan dest pê kir. Di encamê de hat ragihandin ku bi wergirtina pirraniya dengan Nahît Eren wek serokê nu yê Baroya Diyarbekir hat hilbijartin.