Li Tirkiyê di meha Sibatê de bêkarî zêde bû

Li gorî daneyên fermî di meha Sibatê de rêjeya bêkariyê ji sedî 0,7 zêde bû.
Tirkiye
Tirkiye

Enqere (K24) - Li Tirkiyê li gorî daneyên fermî di meha Sibatê de rêjeya bêkariyê ji sedî 0,7 zêde bû û gihişt ji sedî 13,4.

Li gorî daneyên fermî yên Saziya Amaran a Tirkiyên (TUIK) di meha Sibata 2021ê de li Tirkiyê li gorî meha borî  bêkarî zêde bû. Herwiha di meha Sibatê de rêjeya îstîxdamê jî daket.

Saziya Amaran aa Tirkiyê ragihand ku di meha Sibatê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bêkarî bi 250 hezar kesî û bi rêjeya ji sedî 0,7 zêde bû û bû ji sedî 13,4.

Bi wan amarên dawî yên fermî hejmara bêkariyê bû 4 milyon û 236 hear kes. Li gel vê yekê li gorî heman amaran hejmara îstîhdamê jî 22 hezar kes kêm bû.

Di meha Çileyê de jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi 3 milyon û 861 hezarî rêjeya bêkariyê ji sedî 12,2 hatibû ragihandin.  Bi wan amarên dawî ligel zêdebûna enflasyon û nirxê dolar li Tirkiyê bêkarî jî zêde dibe.