Sîstanî sibe dike roja yekem a Remezanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Li cem Şîeyên Iraqê sibe Çarşemê, roja yekem a Remezanê ye û îro dawiya meha Şebanê ye.
Nivîsgeha Lêvegerê Bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî ragihand, îro roja dawiyê ya meha Şabanê ye û sibe roja yekem a meha Remezana sala 1442an e.
Ev di demekê de ye, nivîsgeha Weqfa Sunneyan ya li Iraqê, îro Sêşemê roja yekem a meha Remezanê ye.
Her sal li ser roja yekemîn a meha Remezanê, cudahî di navbera Sunne û Şîeyên Iraqê de heye.