Hevjîna Îsmaîl Beşikci, Leman Beşikci koça dawiyê kir

Hevjîna civaknasê navdar yê Tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkcî, Leman Beşikci di 92 salîya xwe da koça dawiyê kir.
Leman Beşikçi û Îsmaîl Beşikçi
Leman Beşikçi û Îsmaîl Beşikçi

Enqere (K24) – Hevjîna civaknasê navdar yê Tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkcî, Leman Beşikci di 92 salîya xwe da koça dawiyê kir. Leman Beşikci ev demek e li Nexweşxaneyekê Enqereyê dihat dermankirin.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi Kurdî û Tirkî agahîya wefata Leman Beşîkçîyê parve kir. Di daxuyanîya Weqfê da hat gotin, “Hevjîna serokê rûmetê yê weqfa me Îsmaîl Beşîkcî, Leman Xanimê wefat kiriye. Em gelekî li ber ketin. Rehma Xwedê li Dayika Leman be û xwedê sebrê bide mamoste û malbatê. Cihê wê bihuşta nûranî be!”

Hevjîna Îsmaîl Beşîkci, Leman Beşikci 92 salî bû û ji ber nexweşînên temendirêjîyê ev demekî bû li Enqereyê dihat dermankirin. Leman Beşikci, li nexweşxaneyekê Enqereyê, îro serê sibehê di saet 09:00an da koça dawî kir.

Leman Beşikçi bi eslê xwe ji Erziromê bû û ji mamostetîyê teqawid bûbû. Li gorî agahdarîya peyamnêrê K24ê li Enqereyê, wê cinazeyê Leman Beşikci, sibê piştî nimêja nivroyê li Goristana Karşiyakayê bê definikirin.