Fermandarekî hêza Pêşmerge "Dastana Korê " bi bîr tîne

Piştî 30 salan, Fermandarekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bîranîna berxwedan û mêrxasiya Pêşmergeyan "Dastana Korê" vedibêje.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 30 salan, Fermandarekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bîranîna berxwedan û mêrxasiya Pêşmergeyan "Dastana Korê" vedibêje û wê dastanê bi xaleke dîrokî û mêrxasiya Pêşmerge bi nav dike. Ew hûrgilî û rastiyên şerê roja 7/4 /1991 an bi bîr tîne û behsa rola Serok Barzanî ya di serperiştîkirina rasterast  di şer û mêrxasiya hêzên Pêşmerge de û beşdarbûna artêşa Barzan kir û diyar kir ku eger Serok Barzanî di nava Pêşmergeyan de nebûya, ew serkeftin nedihate tomarkirin.

Li Korê berî 30 salan çîrokek hat tomarkirin û dîrok û şûnwarî jî şahidê wê ne. Yek ji fermandarên hêzên Pêşmerge Omer Osman ku "Dastana Korê" tomar kir, hûrgulî baş di bîra wî de mane. Ew dîrokek ji mêrxasî û vîna hêzên Pêşmerge a di qonaxa parastinê de bi bîr tîne û behsa 7ê Nîsana 1991an dike û ew wek xala herî mezin ya hêzên Pêşmerge di rojên piştî serhildanê de bi nav dike û dibêje, "Pêşmergeyên PDKê dastana wê roja dîrokî tomar kir" û çiya û newalên Korê şahidê wê rojê ne.

Omer Osman ku dixwast rastî ji dîrokê re bimîne, aşkere kir ku piştî berevanî û serkeftina hêzên Pêşmerge li dijî artêşa Îraqê, partî û alî hatin Korê û pêşnîyar kir ku tevahiya hêzên bereya Kurdistanê beşdar bibin, rola Serok Barzanî jî bi girîng û bi nav kir û got: “Serok Barzanî hêz û îrade da hêza Pêşmerge”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge Omer Osman ku niha 72 salî ye, di 16 saliya xwe de bû Pêşmerge, ew piştî şerê Hindirên ku bi xwe jî tê de beşdar bû, “Dastana Korê” weke şerê herî stratejîk ê Pêşmergeyan bi nav dike.

Ew fermandar ku di heyama jiyana xwe di nava Pêşmergatetiyê de du caran birîndar bûye “Dastana Korê” bi mezintirîn destkeft û serbilindiya jiyana xwe dizane û niha jî avedankirin û aramiya Kurdistanê weke berhema berxwedana Pêşmerge bi nav dike.