Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe ji bo azadiya rojnamevaniyê car din anî ziman

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 13ê Nîsana 2021ê pêşwazî li Rêkxerê Navenda Metro ya ji bo mafên rojnamevanan Rehmen Xerîb kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji rojnamevanên Kurdistanê daxwaz dike ku hevkar û alîkarê karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin ji bo reform û rûbirûbûna gendeliyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro sêşemê 13ê Nîsana 2021ê pêşwazî li Rêkxerê Navenda Metro ya ji bo mafên rojnamevanan Rehmen Xerîb kir.

Di hevdîtinê de Serokwezîr tekez kir ku ew bi her awayî piştgiriya azadiya rojnamevaniyê dike û divê dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, bi dayîna zanyariyên dirust, alîkarê karê rojnamevaniyê bibin, da ku medyakarên Kurdistanê,bi awayekî profesyonel erkên xwe encam bidin.

Rêkxerê Navenda Metroyê tevî pêşkêşkirina kar û çalakiyên navendê, spasiya piştevaniya Serokwezîr kir û hêvîdar bû bi alîkariya hemû aliyan, azadiya karê rojnamevaniyê û azadiya zanyarî were berfirehkirin, ku mercekî girîng a pêşxistina demokrasiyê ye li Kurdistanê.