Li Rojavayê Kurdistanê 319 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 319 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Jiyan a Covid-19ê
Navenda Jiyan a Covid-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 319 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 319 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 61 kes li Hesekê, 58 kes li Qamişlo, 30 kes li Dêrikê, 15 kes li Dirbêsiyê, 31 kes li Reqayê û 42 kes li Dêrezorê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 12756 kesan, ji wan 1382 kes baş bûne û 432 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.