Gola Wanê di pêşbirka NASAyê de bû yekem
Navenda Nûçeyan (K24) – NASA pêşbirkeke navdewletî ya wêneyan li dar xist û wêneya Gola Wanê ya ku ji fezayê ve hatiye kişandin, bû yekem.
Ajansa Feza û Firokevaniyê ya Amerîkayê (NASA) bi awayekî online pêşbirkeke navdewletî ya wêneyan li dar xist û wêneya Gola Wanê bûbû yek ji du wêneyên ku mane fînalê.
Hat ragihandin ku wêneya Gola Wanê di pêşbirkê de bû yekem.