Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Îsmaîl Beşîkçî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî nivîskar û civaknasê navdar Dr. Îsmaîl Beşîkçî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî nivîskar û civaknasê navdar Dr. Îsmaîl Beşîkçî kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi xemgîniyeke mezin, min nûçeya koça dawî ya hevjîna cenabê we Leman Beşîkçî bihîst.

Ez sersaxiya we û malbata cenabê we dikim û ez xwe weke hevxemê we dibînim.

Xwedayê mezin ruhê wê bi bihiştê şad bike û aramî bide her kesî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê