Li Edenê li dijî DAIŞê operasyon: 7 kes hatin desteserkirin

Li bajarê Edenê yê Tirkiyê 4 welatiyên Iraqê û 3 welatiyên Sûriyê bi tometa endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.
Edene
Edene

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Edenê yê Tirkiyê, 4 welatiyên Iraqê û 3 welatiyên Sûriyê bi tometa endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.

Hêzên Dijeterorê yên Tirkiyeyê, bi armanca binçavkirina hejmarek çekdarên DAIŞê, li bajarê Edenê dest bi operasyonê kirin.

Di encamê de, 4 welatiyên Iraqê û 3 welatiyên Sûriyê, 7 çekdarên DAIŞê hatin binçavkirin.

Li gor agahiyan, kesên hatine binçavkirin hê berê li Iraq û Sûriyê di nav şerê çekdarî de cih girtine û li Tirkiyeyê jî karên xwe berdewam kirine.