Biden pêşniyara civîna lûtkeyê li Putin dike

Koşka Spî ragihand ku pêwendiyeke telefonî di navbera Serokê Amerîkayê Joe biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de hatiye encamdan.
Biden û Putin
Biden û Putin

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Spî ragihand ku pêwendiyeke telefonî di navbera Serokê Amerîkayê Joe biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de hatiye encamdan.

Di daxuyaniya Koşka Spî de hat diyarkirin ku di pêwendiya telefonî de her du serokên Amerîka û Rûsyayê behsa çend dosyeyên herêmî û navdewletî kirine û li ser stratejiya seqamgîriyê axivîne.

Herwiha hat eşkerekirin ku Joe Biden nîgeraniya Amerîkayê li ser aloziyên serbazî yên Rûsyayê yên  li ser sînorê Ukranyayê nîşan daye û pêşniyar kiriye ku civîneke lûtkeya sêalî di çend mehên bê de were kirin ji bo gotûbêjkirina hemû wan dosyeyên di navbera Amerîka û Rûsyayê de hene.