Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma kar dike ji bo xizmeta zêdetir ji kesûkarên enfalkiriyan bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 33emîn êrîşa enfalê, peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 33emîn êrîşa enfalê, peyamek belav kir û tê de tekezî li wê kir di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza qerebûkirina madî û manewî ji bo kesûkarên qurbaniyan û xelkê zerermend a wê êrîşa hovane ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê dike, hevdem kar dike ji bo xizmeteke zêdetir ji kesûkarên enfalkiriyan re bike.

Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:

Îro 33 sal di ser êrîşa enfalê re derbas dibe ku tê de rêjîma Beis a jinavçûyî bi armanca jenosaydkirina gelê Kurdistanê, bi 8 qonaxan, bi hezaran hevniştimaniyên bêtawan winda kirin û bi saxî ew defin kirin. Bi hezaran gund, bajarok, mizgeft, dibistan û bi dehan dêr wêran kirin, rez, bax û zeviyên cotkaran şewitand û kanî teqandin û binemaya jiyanê ji nav bir. Di vê bîranîna bi rûmet de em bîranîna şehîdan û qurbaniyên vê jenosîdê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku daxwaza qerebûkirina madî û manewî ji kesûkarên qurbaniyan û xelkê zerermed yê vê êrîşa hovane ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê dike, hevdem kar dike ji bo xizmeteke zêdetir ji kesûkarên enfalkiriyan re bike û jiyaneke bi rûmet ji wan re peyda dike.

Hêvîdar im em vê bîranînê bikin handerê xurtkirina yekrêziya niştimanî û kûrkirina giyanê tebayî, biratî û pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû gelên navçeyê de.

Silav li giyanên pak ên şehîdan û qurbanîyên Enfalan bin ku bîranîna wan herdem di dil û giyanên me de zindî dimîne.