“Di rûbirûbûna Koronayê de ti rêxistinekê alîkariya koçberên Efrînê nekirine”

Rêveberiya Xweser radigihîne, ti rêxistinên mirovî û tendirustî piştevaniya koçberên Efrînê nekiriye.
Kampa Serdemê ya koçberên Efrînê li herêma Şehbayê - Arşîv
Kampa Serdemê ya koçberên Efrînê li herêma Şehbayê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser radigihîne, ti rêxistinên mirovî û tendirustî yên navdewletî di pirsa rûbirûbûna vîrûsa Koronayê de piştevaniya koçberên Efrînê nekiriye.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Efrînê Mihemed Nûr rexne jî li rêxstinên mirovî girt û ragihand, ti rêxistinên navdewletî di çarçoveya rûbirûbûna vîrûsa Koronayê li hember koçberên Efrînê bi erkên xwe ranebûne û ti alîkarî ji wan re pêşkêş nekirine.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê hişyarî ji belavbûna pêla nû ya vîrûsa Koronayê da û daxwaz ji welatiyan kir ku pabendî rênImayên xweparstinê bibin.

Di encama êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Efrînê û dagîrkirina wê di Adara 2018an de, dora 300 hezar kurdên Efrînê koçber û derbider bûn û dora nîvê wê hejmarê li kamp û gundên herêma Şehbayê dimînin. Berpirsên Rêveberiya Xweser jî dibêjin, rêxistinên mirovî û tendirustî ti alîkariyên mirovî û tendirustî ji wan koçberan re pêşkêş nekirine.

Ev di demekê de ye Rêveberiya Xweser ji ber belavbûna zêde ya Koronayê, qedexeya giştî ya çûnûhatinê li Rojavayê Kurdistanê ji pêr 12ê Nîsanê ve ragihandiye.

Ji aliyê xwe ve jî, Hevserokê Desteya Tenduristiyê Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa pêr di konferanseke rojnamevaneyê de ragihand: “Egereke mezin heye rewşa Koronayê ji bin kontrolê derkeve û karesateke mirovî rû bide.”

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa rexne li Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) girt û got, heta niha wê rêxistinê ti hevkarî bi wan re nekiriye û di pirsa pêşkêşkirina vaksînê de jî ne cidî ye.