5 Partî û rêxistinên Bakur: Enfal berdewamîya jenosîda domdar a li ser miletê kurd e

TEVGER, PAK, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, îro Çarşem 14ê Nîsana 2021 li bajarê Diyabekirê komkujiya Enfalê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.
Partiyên kurdî dema xwendina daxuyaniyê de
Partiyên kurdî dema xwendina daxuyaniyê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Pênc partî û rêxistinên kurdî yên Bakurê Kurdistanê; TEVGER, PAK, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK,  îro Çarşem 14ê Nîsana 2021 li bajarê Diyabekirê komkujiya Enfalê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û ragihandin, “Enfal berdewamiya jenosîda domdar a li ser miletê kurd e.”

Daxuyaniya hevbeş a her pênc partiyan ji aliyê Berpirsê Tevgerê Yusuf Aydin ve hat xwendin:

‘’Enfal berdewamîya jenosîda domdar ya li ser miletê kurd e

Dewleta Iraqê ya kolonyalîst ya hov, di navbera salên 1983 û 1989an de li hemberî gelê Başûrê Kurdistanê, bi navê ENFALê jenosîdek pêk anî.

Di  Enfalê de 182.000 zarok, jin, pîr û mêrên  sivîl li Başûrê Kurdistanê yên ji derguşê heta 70 salî hatin qetilkirin.

Komkujîyên Feylîyan, Barzan, Enfal û Helepçeyê, xelekên herî mezin yên jenosîda domdar ya li ser Miletê Kurd e ku ev jenosîd hîn jî li Kurdistanê didome.

Seddam Huseyîn û qesasên li ber destên  wî navê vê jenosîdê ku  ji Quranê ji Sûreya Enfalê navê wê girtibûn, danîbûn ”Enfal”. Maneya Enfalê  ”xenîmeta şerê li hemberî kafiran” e. Belê rast e, Seddam Huseyîn  ne tenê Kurdistan wêran kir, mêrên ku destên wan çek digirtin, kuştin, bi dehhezaran jinên kurd ber bi çolên ereban ve mecbûrî koçberîyê kirin, wek ”xenîmeta şer” dest danî ser wan, destdirêjî li wan kir û hinekên wan li sûkên dewletên Xelîcê firotin. Îro hîn jî li deverên ereban, gorên komkujîya kurdan derdikevin holê.

Îşaretên qirkirina kurdan, gava kurdên feyli bûne qurbanên siyaseta Enfalê hate dayin û di sala 1983yan de, dema bi girtin û kuştina  mêrên barzanîyan ve dîyartir bibû. Rejîma Baasê di kampên zoremili de, ji 10 salî heta 70 salî, 8000 mêrên barzanîyan dîl girtibûn û biribûn çolên Başûrê Iraqê û hemû bi saxî binerd kiribûn, qetil kiribûn. Jinên wan li Musul û Hewlêrê mecbûrê îqametê kiribûn.

Yek ji qetlîama herî mezin ku tarîxa modern a mirovahiyê şahid bûye, komkujîya Enfalê ye. Di wan  sê salên di navbera 1986-1989an de jî Seddam Huseyîn ew êrîş û qetlîamên  hov, di bin sîya şerê bi Îranê re pêk anî.

Di Enfalê de li gel miletê kurd, gelên asurî, keldanî û turkmen jî hatin qetilkirin. Di encama  Enfalê  de 182.000 kurdistanî hatin kuştin, 4000 gundên Başûrê Kurdistanê hatin kavilkirin û bi erdê re kirin yek, li bajarên wek Qeladiza û Seydsadiq yek mal ava nema, 3000 mizgeft, 2000 dibistan, 300 nexweşxane, bingeên tenduristîyê û 27 dêr wêran kirin. Milyonek kurdistanî cih û warên xwe berdan bi çol û çîyan ve  ketin. Elektrîk, telefon, rê hemû felc bûn, zevî û ziraet beyar man, heywanê wan ên  kedî neman.

Emerîka, Ewropa, Yekitîya Sowyetê, dewletên misilman, cîranên Kurdistanê, dewletên dagirker, hemû bêdeng man, çavên xwe girtin û xwe kerr kirin.

Kengê ku  bi sedhezaran kurd ji bo hewla canên xwe, li sînorên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ku di bin dagirkerîya Dewleta Tirkîyeyê û Îranê de ne, asê bûn û ew dîmen bi rêya televizyonan ketin nav malên emerîkî û ewropîyan, piştî wê dezgehên navneteweyî dengên xwe bilind kirin.

Belê, Enfal ne bes jenosîda li dijî gelê Kurdistanê bû, ew herweha jenosîdeke li dijî mirovahîyê jî bû.

Lê belê, ne jenosîdên berê, ne ya Enfalê, ne jî yên vê paşîyê ku li dar ketine, nekarîbûne rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigirin

Zarok û nevîyên qurbanîyên Jenosîda Enfalê îro li Başûrê Kurdistanê, Herêma Federe ku hemû dewletên cîhanê qebûl dikin, bi dest xistine. Herweha wan zarok û nevîyên qurbanîyên Jenosîda Enfalê, di Referandûma Serxwebûnê ya ku di roja 25ê îlona 2017an de  li dar ketibû, bi rêjeyeke ji %93 ji serxwebûnê re gotin; ‘belê’.

Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê,  îro ne tenê ji bo kurdan, herweha ji bo asûrî, keldan, turkmen, ereb, ermenî û hemû gelên li Kurdistanê dijîn; ji bo  misilman, êzîdî, xiristîyan, cihû, ehlî heq, şiî, sûnî û hemû ol û mezheban  re jî bûye sitargehekê.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê roja 14yê nîsanê, ji bo bibîranîna Enfala reş, wek roja bibîranîna  Enfalê îlan kirîye. Kurd ne tenê di roja 14yê nîsanê de, wê tim û tim vê qirkirinê bînin bîra xwe û wê ji bîr nekin.

Em bangî Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa û dezgehên sivîl û raya giştî ya cîhanê dikin ku, ENFALÊ bi awayekî fermî qebûl û rûreş bikin.

Em bangî Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa û dezgehên sivîl û raya giştî ya cîhanê dikin ku piştgirîya gelê Kurdistanê bikin da  ku miletê Kurd jî weke hemû miletên cîhanê  bibe dewlet û bikaribe li ser axa xwe îdareye welatê xwe û îdareya civata xwe bike.

Em bangî Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêza Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê dikin ku, yekrêzîya nav mala xwe xurt bikin, li destkeftinên xwe xwedî derkevin, dezgehên dewletbûnê bikin yek,  pêşdetir bibin, yên nû ava bikin û azadî, demokrasî, edaleta civakî ya li Kurdistanê geştir û berfirehtir  bikin.

Em bangî hemû kurd û kurdistanîyên  cîhanê dikin ku rêz li Serwerîya Rêveberîya Herêma Kurdistanê bigirin û  xwedî li hemû destkeftinên neteweyî û niştimanî derkevin.

Em şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin û yên ku ev jenosîd pêk anîne, bi tûndî rûreş dikin.