Li Rojavayê Kurdistanê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 248 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, 248 kes Koronayê ketine, ji wan 57 kes li Hesekê, 130 kes li Qamişlo, 36 kes li Dêrikê, 6 kes li Dirbêsiyê, 18 kes li Reqayê û 1 kes li kampa Holê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li hemberê jî 17 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 13004 kesan, ji wan 1399 kes baş bûne û 437 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.