Li Herêma Kurdistanê 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1159 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1159 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 197 kes li Hewlêrê, 353 kes li Silêmaniyê, 541 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê û 59 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 17 kesan canê xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 9 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 485 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 135815
Mirin: 3831
Başbûn: 115330
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.