Serok Barzanî: berpirsariyeke yasayî û exlaqî li ser Hikûmeta Iraqê ye ku kesûkarên qurbaniyên Enfalê qerebû bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di salvegera 33emîn a Tawana Enfalê û jenosîdkirina gelê kurd de peyamek belav kir û ragihand, berpirsariyeke yasayî û exlaqî li ser Hikûmeta Iraqê ye ku kesûkarên qurbaniyên Enfalê qerebû bike.
Serok Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Enfal yek ji reştirîn rûpelên dîroka rêjîma berê ya Iraqê ye, ev êrîşa hovane nîşana wê zulm û zordariyê ye ku bi serê gelê Kurdistanê de hatiye.”
Her di wê tiwîtê Serok Barzanî dibêje: “Ji ber wê, berpirsariyeke yasayî û exlaqî li ser Hikûmeta Iraqê ye ku kesûkarên qurbaniyên Enfalê qerebû bike.”