Hevpeymaniya Navdewletî: DAIŞ hê jî gef e

Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand; hê jî DAIŞ ji bo cîhanê gef e û bûye sedema tirsa civakên Iraq û Sûriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand; hê jî DAIŞ ji bo cîhanê gef e û bûye sedema tirsa civakên Iraq û Sûriyê.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto di daxuyaniyeke rojnamevanî de got; çekdarên DAIŞê hê jî li ser asayîşa herêmê gef in.

Wayne Marotto diyar kir ku çekdarên DAIŞê êdî 110 hezar kîlometre çargoşe kontrol nake û 8 milyon ke li ber destê wan nîne, lê belê bi dawî nebûye û îdeolojiya wanli ser cîhanê metirsî ye.

Marotto destnîşan kir ku bawer nakin DAIŞ bikare li Iraqê derkeve û vegere asta berê.