Li Diyarbekirê kîloya şîraniyan ji sedî 15 zêde bûye

Şîranîfiroş didin zanîn ku eleqe heye lê yên ku berê 2 kîlo dikirîn niha 1 kîlo dikirin.
Şîranî
Şîranî

Diyarbekir (K24) - Şîraniyên navdar ên Diyarbekir ku di meh û rojên teybet de rastî eleqeyeke mezin a welatiyan tên di meha Remezanê de jî ji malên welatiyan kêm nabe lê îsal bihayê şîraniyan %15 bilind bûye. Şîranîfiroş didin zanîn ku eleqe heye lê yên ku berê 2 kîlo dikirîn niha 1 kîlo dikirin.

Şîraniyên Diyarbekir ên ku nav û dengên wan li cîhanê geriyaye di roj û mehên teybet de bi teybetî jî di Meha Remezanê de ji malên welatiyan kêm nabe. Lê îsal ferqek heye ku li gorî Remezana sala 2020an bihayê şîraniyan bi teybetî jî bihayê qedayîf û beqleweyan %15 zêde bûye. Şîranîfiroş didin zanîn ku dema xurekak biha bibe wek zincîrê bandorê li pirraniya bazarê dike.

Şîranîfiroş Mehmet Altunbay dibêje li gorî sala borî eleqeya îsal baştir e lê ji ber ku biha jî bilind bûne dema mişteriyek tê ji dêvla 2 kîloyan 1 kîlo dikirre.

Mehmet Altunbay ji K24ê re diyar kir: “Qedayîfa bi fisteq 65 lîre bû lê niha bûye 75 lîre, qedayîfa bi goz 55 lîre bû lê niha bûye 65 lîre. Kîloya beqleweya bi fisteq 85 lîreyî ye û beqleweyên bi şîr jî 90 lîre ye. Sala çûyî korona nû derketibû herkes ditirsiya, şîranî jî nedihat firoştin. Niha eleqe bi awayê giştî baştir e lê hêza danûstanê ya welatiyan daketiye ji ber wê.”

Welatiyên ku dixwazin di meha Remezanê de şîranî ji sifreya wan kêm nebe jî berê xwe didin şîranîfiroşan. Welat Şîmşek jî yek ji wan welatiyan e ku wek berê nikarê şîraniyê bibe mala xwe ji berk u bihayê şîraniyê bilind buye.

Welat Şîmşek dibeje: “Ez hatim ji bo Remezanê şîraniyê bibim malê lê gelek biha bûye. Min 1 kîlo tenê stand. Her tişt biha bûye. Millet perîşan bûye.”

Şîranîfiroş didin zanîn ku li gorî sala borî rûn ji 200 lîreyî derketiye 260 lîreyî, kiloya gozan ji 45 lîreyî derketiye 55 lîreyî, kiloya fisteqan ji 100 lîreyî derketiye 170 lîreyî, lîtreya şîrî ji 2,5ê derketiye 3,5 lîreyî, kîsek arvan ji 250 lîreyî derketiye 370 lîreyî. Ku ev berhem xurekên sereke yên şîraniyê ne.