Partiya Saadetê li ser bêkarî û debarê, rexne li hikûmetê girt

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu diyar kir: “Di meha Remezanê de jî li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin debara welatiyan e.”
Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu
Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu

Enqere (K24) - Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu diyar kir: “Di meha Remezanê de jî li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin debara welatiyan e.” Herwiha Karamollaoglu li ser zêdebûna rêjeya bêkariyê jî hikûmeta Ak Partiyê rexne kir.

Temel Karamollaoglu di civîna heftane ya rojnamegeriyê ya partiya xwe da axivî û got: “Di meha pîroz di meha Remezanê de jî meseleya me ya herî mezin dîsa debara malê ye. Divê em vê mehê ji halê mexdûr û belengazan fêm bikin û bi derdê wan ra bibin hemhal.”

Karamollaoglu diyar kir: “Em dibînin ku ji xeynî aliyekê piçûk yê civakê, piraniya civakê bi derdê debarê re mijûl e. Li market û li bazaran her tişt biha bûye. Li ser hemû kelûpelan zem hatiye. Ji loma jî me wek Partiya Saadetê got, werin em bi hev ra “Tifaqa Debarê” ava bikin. Rêje û amar li holê ne. Gelê me nikare debara xwe bike. Her çiqas desthilat bi amarên TUÎKê bilêze jî rastî li holê ne. Awayê dixuye li Tirkiyê rêjeya bêkariyê ji sedî 28,3 ye.”

Serokê Partiya Saadetê got: “Divê hikûmet pandemiya Covid-19ê bigre ber çavan û ji bo teqawidan ji sedî 50 zem bike. Heta mimkun be divê hezar û 500 Lîreyê Tirkî îkramiya cejnê bide wan. Em hêvîdar in hikûmet guh bide vê pêşniyaza me.”