Geştkirin li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê asayî bûye

Geştkirin heta demjimêr 03:00 berbangê hatibû rawestandin, lê niha ti pirsgirêk tune ye û geştkirin asayî ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê aşkere kir, piştî ku şeva borî geştkirin li firokxaneyê ji bo demekê hat rawestandin, lê niha geştkirin asayî bûye.

Rêveberê Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Huşyar ji K24ê re ragihand, geştkirina esmanî li firokxaneyê asayî bûye.

Diyar kir jî, şeva borî ji ber êrîşa li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin, geştkirin heta demjimêr 03:00 berbangê hatibû rawestandin, lê niha ti pirsgirêk tune ye û geştkirin asayî ye.

Şeva borî 14.4.2021an careke din Firokxaneya Navdewletê ya Hewlêrê rastî êrîşekê hat. Li gor zanyariyan, binkeya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li firokxaneyê hatibû armanckiri kirin, li ti ziyanên canî nebûn.