Hevseroka HDP’ê ya Diyarbekirê Hulya Alokmen Uyanik hat girtin

sizayê 10 sal û 6 meh li Hulya Alokmen Uyanik hat birîn.
Hulya Alokmen Uyanik - Arşîv
Hulya Alokmen Uyanik - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka HDP’ê ya bajarê Diyarbekirê Hulya Alokmen Uyanik hat girtin.

Hevseroka HDP’ê ya bajarê Diyarbekirê Hulya Alokmen Uyanik bi tometa endama rêxistinê bû doz lê hatibû vekirin.

Duhî rûniştina doza wê birêve çû. Desteya dadgehê bi tometa Hulya Alokmen Uyanik endama rêxistiniyê sizayê 10 sal û 6 meh lê birî.

Piştî dadgehê biryara girtinê da Hulya Alokmen Uyanik li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat desteserkirin.