Li Tirkiye û Bakur halet zêde dibin rênimayên nû hatin ragihandin

Welatî dibêjin her çiqas rêkarên Remezanê ne bi dilê wan be jî ji bo parastina tenduristiyê dê pabendî rênimayan bin.

Diyarbekir (K24) – Ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ve rêkirên nû yên koronayê hatin ragihandin. Li gorî biryarên nû dê bo maveya du hefteyan qedexeyên sînordarî di meriyetê de bin. Li gorî biryarên nû, çûnûhata di navbera bajaran de hat sînordakirin, bernameyên fitarê nayên lidarxistin, nimaja terewîhê li mizgeftan neyê kirin û demjimêrek bo fitarê bimîne dê nan li firinan neyê pehtin. Welatî dibêjin her çiqas rêkarên Remezanê ne bi dilê wan be jî ji bo parastina tenduristiyê dê pabendî rênimayan bin.

Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa koronayê ji aliyê Kabîneya Serokomariyê ve biryarên nû hatin ragihandin. Li gorî biryarên nû ji bo maveya du hefteyan dê çûnehata di nav bajaran de were sînordarkirin, dê dibistan werin girtin.  Li gorî biryarên nû, divê welatî li tu cihan kom nebin û qelebalixê çênekin û bi ti awayê rêya vedana konê fitarê nayê dayîn û heta ku welatî bikaribin cîranên xwe nekin mêvan.  Li gorî giştînameyê divê nimajên terawihê jî li mizgeftan neyê kirin û tê xwestin ku li malan jî welatî bi qelebalixî terawîhan nekin.

Welatî Ebdurehman Yildiz got: “Îsal dibêjin nimêja terewîhan li mizgeftan nayê kirin, dibêjin dê her kes li mala xwe bike. Ev (nexweşî)  kara Xwedê ye.

Welatî Reşît Taluk dibêje: “Tedbîr baş in lê belê bi vî awayî pêşiya belavbûna koronayê nayê girtin. Divê mehekê mirov ji mal dernekevin. Ka binêrin bazar qelebalix e, ka dê çawa pêşiya vê were girtin. Heger mehekê tu kes ji mala xwe dernekeve dibe ku hingê Xwedê vê belayê li ser mile trake.”

Di meha Remezanê de bi taybetî di saetên piştî nîvro de welatiyên ku dixwazin biçin mala xwe li rawestgehan kom dibin. Li gorî danezanê, 3 demjimêr ji beriya dema fitarê dê hejmara wesayitan û seferên  wesayitên komguhêz werin zêdekirin da ku welatî li rawestgehan nebin qelebalix.  Ji ber ku di dema fitarê de li ber derê firinan qelebalix çênebe demjimêrek bo dema fitarê mayî dê nan neyê pehtin.

Nanpêj Şerafedîn Demîrtaş got: “Divê nan gerim be, heger nan ne gerim be welatî nastînin,  par firinekê nane gerim derdixist welatî ji wir dikirîn.  Welatî di fitariya xwe de nane sar naxwin. Li vê firinê 20 kes dixebitin. Heger ev der bê girtin dê em 20 kes ji nanê xwe bibin. Ma em ê çi bikin.”

Welatî Mehmet Çelîk diyar kir: “Heta ku mirov bikaribe tedbîrên xwe bigre gelek baş dibe. Lêbelê milet tenê maye û tedbîrên xwe bixwe digre. Çi ji destê welatiyan were dikin. Dewletê gotiye di saet 19.00an de qedexe tê ragihandin lê kelek kes hene ku siet 19.00an ji kar derdikevin. Ka dê ev kes çawa bikin, çawa nekin Xwedê dizane.”

Li gorî biryarên nû, dê rayedarên şaredariyê li sûkê venêrana bihayên kelûpelan bikin û dikandarên ku tiştan buha difiroşin dê werin sizadan.  Di nava hefteyê de di navbera saet 19.00ê êvarê heta 05.00ê sibehê û her du rojên Şem û Yekşemê jî dê derketina derve were sînordarkirin. Rêveberên saziyên tenduristiyê amaje dikin ku rêkarên nû dê li pêşiya belavbûna vîrûsa koronayê karîger bin lê divê welatî jî li her qada jiyana xwe pabendî rênimayan bin.