Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Rûsya li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsyayê yê li Îraqê Maxim Maximov kir ku ji bo xatirxwestin û dawîanîna erkê xwe serdana Herêma Kurdistanê kir.

Di vê hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Rûsiya li Hewlêrê Oleg Levin jî tê de amade bû, behsa pêşxistina pêwendîyên dualî û pêşhatên dawîyê yên Iraqê û deverê hat kirin.

Balyozê Rûsiya li Iraqê pesnê ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê da û bi taybetî jî di warê avedankirinê û geşkirina aborî de ku dikare dibe nimûneyek ji bo deverên din ên Iraqê. Amadeyhiya welatê xwe ya ji bo li pêşxistina pêwendîyên di hemû waran de ligel Herêma kurdistanê de da xuyakirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sipasîya rola Balyozê Rûsîya di baştirkirina pêwendîyên duallî de kir û hêviya serkevtinê di erkê wî ya nû de xwast.

Serokwezîr bal kişande ser pêwendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê û baştirkirina hevkariyên di navbera her du aliyan de ji bo rûbirûbûna gefên terorê kir.

Hilbijartinên dahatû yên Iraqê û hewldanên rûbirûbûna nexweşiya Koronayê mijareke din a civînê bû.