Li kampeke awareyan sê zarok û dayîka wan şewitîn

Berevaniya Şaristanî ya Iraqê ragihand; sê zarok û dayîka wan li kampeke awareyan a li Enbarê şewitîn û du zarokên din ên heman malbatê hatin rizgarkirin.
Wêne: arşîv
Wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Berevaniya Şaristanî ya Iraqê ragihand; sê zarok û dayîka wan li kampeke awareyan a li Enbarê şewitîn û du zarokên din ên heman malbatê hatin rizgarkirin.

Agir li nêzîkî bajarê Rumadî li şeş karavanên awareyan ketiye û di encama şewatê de sê zarok û dayîka wan jiyana xwe ji dest dan.

Berevaniya Şaristanî ya Iraqê behsa wê yekê jî kir ku karîne agirê ku li sandvîç panela karavanê ketiye, bitemirînin. Herwiha li ser bikaranîna wê madeyê ji bo xaniyan hişyarî daye ku sandvîç panel madeyeke gelek zû agir digre ye.