Mizgefteke hezar salî ya dewleta Kurdan: Mizgefta Merwaniyan

Dewleta Kurdan girîngiyeke mezin daye avahiyan ku yek ji wan avahiyan jî Mizgefta Merwaniyan e.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li nava Sûra Diyarbekirê gelek avahiyên dîrokî hene ku ji aliyê şaristaniyên cuda ve hatine avakirin. Yek ji van şaristaniyan jî Merwanî ne ku vê dewleta Kurdan girîngiyeke mezin daye avahiyan ku yek ji wan avahiyan jî Mizgefta Merwaniyan e ku di nava Sûra Diyarbekirê de nêzîkî hezar sal e hember dîrokê ber xwe dide.

Mizgefta Merwaniyan a di nava navçeya dîrokî ya Diyarbekirê Sûrê de nêzîkî hezar sal e hebûna xwe diparêze bi motîfên xwe yên bedew û bi heybeta xwe hatiye heta roja me. Mizgeft ji navê wê jî diyar e ji aliyê Merwaniyan ve hatiye avakirin. Yek ji taybetmendiyên vê avahiya ciyawaz ew e ku yekem avahî ye di navenda Diyarbekirê de wek mizgeft hatiye amadekirin.

Di navendê de mizgeftên ku ji Mizgefta Merwaniyan kevintirin jî hene lê ew mizgeft berê dêr bûn paşê wek mizgeft hatine bikaranîn. Mizgefta Merwaniyan ji destpêka xwe ve mizgeft e.

Pisporê Dîroka Merwaniyan Doktor Arafat Yaz dibêje Mizgefta Merwaniyan diyariyek rengîn û hêja ya Merwaniyan e bo alema Îslamê.

Doktor Arafat Yaz ji K24ê re diyar kir: “Mizgefta Merwaniyan di sala 1056an de ji aliyê Nasir-ul Dewle Ehmed Bîn Merwan El Kurdî ve hatiye çêkirin. Bi destê wezîrê wî Ebû Nasir Muhemmed Bîn Cehîr hatiye avakirin. Merwanî, wexta ku bêjin xwe bi çi dane nîşandan, bi avahiyan, bi çêkirina pir û kelehan xwe dane nîşandan.”

Merwaniyan girîngiyeke mezin dane çêkirina mizgeft, medrese, pirr û her wiha gelek cure avahiyên din ên dîrokî ku Mizgefta Merwaniyan de jî xuya dibe bi mîmariyek bedew û bi motîfên rengîn hatiye xemilandin lê ji dîmenên mizgeftê yên berê û yên niha tê famkirin ku dîmenê resen ê mizgeftê hatiye guhertin û rastî destêwerdanek xelet hatiye. Doktor Arafat Yaz dibêje di rewşa xwe ya resen de mizgeft ji dîmenê niha cudahiyên xwe hene.

Doktor Arafat Yaz dibêje: “Mizgeft ji restorasyonê derbas bûye lê ne li gorî rewşa wê ya resen hatiye restorekirin. Dema mirov li wêneyên kevin ên 1930an de hatî kêşan dinihêre em dibînin ev der a ku em niha lê ne, xuya nake. Paşê hatiye çêkirin. Mizgeft di sala 1930an de hatiye girtin û heta sala 2014an girtî maye. Di sala 2014an de hatiye restorekirin û hatiye vekirin.”

Di mizgeftê de gelek remzên dewleta Merwaniyan jî hene ku sedema çêkirina ya ser dîwaran ew e ku ser alaya Merwaniyan jî wêneyê şêr heye. Teybetmendiyek din a Mizgefta Merwaniyan jî ew e ku yekem mizgeft e ku li ser Bircên Diyarbekir hatiye avakirin. Her wiha dîrokzan didin zanîn kîtabeya li ser rêzekevirên dîwarê derve yê Mizgefta Merwaniyan hatî nivîsîn di nava kîtabeyên ser dîwarên mizgeftan de hatine nivîsîn de bedewtirîn û rêkupêktir în kitabe ye. Ev dewlemendî û teybetmendiyên Mizgefta Merwaniyan vê mizgeftê dixe nava mizgeftên teybet ên cîhanê de jî.