Mesrûr Barzanî: Em pêşwaziya helwesta hevpeymanên xwe dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şermezarkirina êrîşa ser Hewlêrê ya ji aliyê hevbeşên Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şermezarkirina êrîşa ser Hewlêrê ya ji aliyê hevbeşên Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em pêşwazî li şermezarkirina eşkere û pêkrayî ya dost û hevbeşên Iraq û Herêma Kurdistanê a derbarê êrîşa van demên dawî ya ser Hewlêrê de dikin.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Armanca me ya hevbeş heye ku îstiqrar û ewlehiya hemû xelkê Iraqê û serkeftina li hember DAIŞê ye.”

Ev daxuyaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî wê yekê hat ku Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalya pêkve ragihandineke hevbeş derbarê êrîşa ser Hewlêrê de belav kirin û êrîş bi tundî şermezar kirin.