Li Herêma Kurdistanê 952 kesên din bi Koronayê ketin
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 952 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 952 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 199 kes li Hewlêrê, 312 kes li Silêmaniyê, 372 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 51 kes li Germiyanê û 14 kes jî li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 675 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 88 kes li Hewlêrê, 92 kes li Silêmaniyê, 451 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 33 kes li Germiyanê û 9 kes jî li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 137577
Mirin: 3857
Başbûn: 116420
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.