Li Diyarbekirê ji 19 hezar kesên ku ji bo kar serlêdan kiribûn, 423 kes hatin wergirtin

Li gorî daneyên saziyên fermî li Tirkiye û Bakur 4 mîlyon bêkar hene lêbelê li gorî sendikaya karkeran 10 mîlyon bêkar hene
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Bakur her ku diçe rêjeya bêkariyê zêde dibe. Li gorî daneyên saziyên fermî li Tirkiye û Bakur 4 mîlyon bêkar hene lêbelê li gorî sendikaya karkeran 10 mîlyon bêkar hene. Li Diyarbekirê ji bo ku di bin banê şaredariyan de kar bikin 19 hezar kesan serlêdan kiribûn lê 423 kes hatin wergirtin. Nûnerên sendîkaya karkeran dibêjin; divê dewlet zêdetir piştgiriya karbidestan bike û derfetên kar peyda bike.

Li Diyarbekirê ji bo ku ji şaredariyan re karker bên wergirtin di hizûra noterî de pişk hatin kişandin. Di nava 19 hezar û 198 hezar kesên ku serlêdan kiribûn de 423 kes bi rêbaza pişkişandinê bûn xwedî kar.

Parêzgerê Diyarbekirê û Wekîlê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Mûnîr Karaloglu got; ew bi awayekî şefaf û dadyane di hizûra noterî de karkeran werdigrin.

Mûnîr Karaloglu got: “Hin gilî û gazind tên ber destê me ku dibêjin; dema karkeran werdigrin dadyane tevnagerin. Me got em ê di bin çavdêriya noter û di hizûra gel de pişkan bikişînin û karkeran werbigrin. Me sê rojan bi riya înternetê serlêdan qebûl kirin. Em girîngiyê didin hesta dadperwarane ya welatiyan. Serlêdan gelek in lê mixabin em nikarin hemûyan werbigrin, em ji bo peydakirina derfetên kar dixebitin.”

Parêzgerê Diyarbekirê got; wan ji ber şertên taybet di nava kesên serlêdan kirine de jî bijartin kirine. Li gorî hin îdîayan ji bo karkirinê nêzîkî 45 hezar kesan serlêdan kiribû. Bi taybetî di ji destpêka belavbûna vîrûsa koronayê ve hejmara bêkaran roj bi roj zêdetir dibe.

Serokê Şaxa Jimara 1 ya Sendîkaya Karkeran Hesen Hayrî Eroglu amaje kir ku;  heta niha wergirtina karkeran ne şefaf bû lê ew piştgiriya şefabûnê dikin û ji dewletê daxwaza peydakirina derfetên kar dikin.

Hesen Hayrî Eroglu ji K24ê re diyar kir: “Ji ber pandemiyê bêkarî zêde bûye. Gelek kesên ku di kargehên piçûk de dixebitîn jî ji karên xwe bûn. Gelek kes ji karên restoran û kargehên piçûk hatine derxistin. Gelek kes ji fabrîqeyan jî hatine avêtin.”

Li gorî daneyên ku saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê belav dike rêjeya bêkariyê %13,4 e wate 4 mîlyon û 236 hezar kes bêkar in û ji van % 27ê wan bêkaran ciwan in. Lê belê Navenda Lêkolînên Sendîkaya Karkeran berovajî daneyên dewletê dide zanîn ku rêjeya bêkariyê %28e, wate 10 milyon bêkar hene. Welatiyên bêkar û sendîkayên karkeran daxwaza peydakirina derfetên kar dikin.