Di meha Remezanê de ecîn li ser sifreyan dibe xwarineke sereke

Ecîn li Diyarbekirê xwarineke giştî be jî, di meha Remezanê de, dibe xwarineke taybet.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Ecîn li Diyarbekirê xwarineke giştî be jî, di meha Remezanê de, dibe xwarineke taybet. Bi taybetî ji bo fitarê û piştî fitarê cûreyên ecînê tên amade kirin û welatî jî ji bo wê tamê bibin ser sifreya xwe dikevin rêzê.

Di meha Remezanê de her ku demjimêr ber bi wexta fitarê ve nêzîk dibin pêk ve jî, wek gelek xwarinan amadekirina cûreyên ecînê jî dest pê dike. Ecînên bi goşt yên bê goşt û yên tûj ne tûj li gor daxwaza welatiyan tên amadekirin. Hemû cûreyên ecînan wek hev xuya bikin jî, tama destên her hosteyekî jihev cuda ye.

Mahmut Karabulut jî 30 sal e ku ecîn çê dike û tîne ziman ku ecîn, bi tûjî û goşt ve tê çêkirin, lê ew cûreyên ku goşt tê de nîn in û yên ku tûj nîn in jî li gor daxwazan çê dikin. Karabulut radigihîne ku di meha Remezanê dê, welatî zêdetir berê xwe didin ecînê.

Hosteyê ecînê Mahmut Karabulut ji K24ê re diyar kir: “Ez 30 sal e ku vî kara dikim û bi taybetî her sal di meha Remezanê de û îsal jî em wek tîm li berhev tên û ecînên xwe çê dikin. Mişterî jî zêdetir piştî 5ê êvarê dikevin rêzê û ecînê dikirin û dibin malên xwe. Em peznê ecînên xwe nadin, lê mişteriyên me gelek diecibînin.”

Her ku demjimêr ber bi fitarê ve diçin, ecîn jî nêzîkî amadeyî dibin û piştî ku amade dibin jî, ji bo mişteriyan tên firotin û paketkirin.

Yildiray Mirzaoglu jî bi salan e ku ecînên xwe ji vê kargehê distînê û tîne ziman ku tama destên her hosteyekî cuda ye û ew jî ecîna Mahmut hosta diecibîne.

Yildiray Mirzaoglu dibêje: “Teqrîben 18 sal e, ez her ku ecîn bistînim, ji vê derê, ecîna ji destên Mahmût Hoste distînim. Berê jî ciyê wî li derekî din bû, min ji wî distend û piştî hatiye vê derê jî ez ji wî distînim. Sedema serekî ku ez jê distînim, dirust e û paqij kar dike. Ew qas sal e, min yek carekî tiştekî ku jê gazinc bikim nedît. Tama ecînên wî jî gelek xweş in.”

Welatî tînin ziman ku di meha Remezanê de, mirov dixwaze, tamên cuda pêkve deynin ser sifreyên xwe û tiştên ku îşteha mirov vedikin jî girîng in. Loma jî ji ber ecîn îşteha wan ve dike zêdetir berê xwe didin ecînê.