Li Hewlêrê 10 bazirganên madeya hişbir hatin desteserkirin

Di du çalakiyên cuda de, Rêveberiya Nehîştina Madeya Hişbir 10 bazirgan û 9 kîlo madeya hişbir desteser kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di du çalakiyên cuda de, Rêveberiya Nehîştina Madeya Hişbir 10 bazirgan û 9 kîlo madeya hişbir desteser kirin.

Rêveberiya Nehîştina Madeya Hişbir ya ser bi Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê ve belav kir, di çalakiya yekem de 9 kes hatin girtin û di çalakiya duyem de kesek hate girtin ku madeyên hişber ên ji curên cuda pê re bûn û bazirganî pê dikirin.

Li gorî ku hatiye ragihandin, tawanbar li gorî madeya 25 a MadeyêN Hişbir lêpirsîn bi wan hatiye kirin û ew ji bo dadgeha hatine şandin.