Xamineyî daxwaz ji artêşa Îranê dike amadehiyên xwe bilindtir bikin

Xamineyî artêşa welatê xwe ji bo cibicîkirina erkên xwe raspard.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Îranê Elî Xamineyî daxwaz ji artêşa Îranê kir, amadehiya xwe ber bi asta pêwîst ve bilind bikin û rola xwe ya bi bandor di bicîkirina erkan de bigirin.

Xamineyî bi boneya Roja Artêşê û Hêza Bejahî de nameyek arrasteyî Fermandarê Artêşa Îranê Lîwa Ebdulrehîm Mûsewî kir û tê de got: "Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li meydanê ye û amade ye ku erkên pê hatine raspardin pêk bîne."

Xamineyî got: "Silavên min ji hemû leşkerên artêşê yên hêja û malbatên wan ên rêzdar re, îro artêş li meydanê ye, amade ye ku erkên xwe pêk bîne, kar bikin ji bo bilindkirina vê amadehiyê li gorî ku tê xwestin ji bo bi rola xwe ya bi bandor bigire."