ENKS êrîşkirina ser nivîsgeha PDK-Sê li Girkê Legê şermezar dike

ENKS: Divê fermandariya HSDê sînorekê ji êrîşên li ser ENKS û partiyên wê tên kirin re deyne

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa li ser nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) li Girkê Legê şermezar kir.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Grûpeke çakdar a ser bi PYDê ve roja 16ê Nîsanê êrîşî ser nivîsgeh PDK-Sê kiribû û telefona endamên ku li nivîsgehê bûn jê birin û piştî bernameyên guhdarîkirinê xistibûn telefonan, ji xwediyên wan re vegerandin.”

ENKSê di daxuyaniya xwe de radigihîne, “Ev kiryara ne exlaqî, berdewamiya binpêkirinên berê yên li dijî ENKS, partî û endamên wê tên kirine de ye.”

ENKSê bi tundî van binpêkirina şermezar dike û daxwaz ji fermandariya HSDê dike ku sozên di vê derbarê de dane bi cih bîne û berpirsên van kiryaran ceza bike û sînoreke dawî ji van kiryaran re deyne.