Welatên bihêz û Komkara Erebî piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin

Tê xwastin ku Pêşmerge veger navçeyên Kurdistanî yên li dervayî îdareya Herêma Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Pisporên pêwendiyên navdewletî dibêjin, daxuyaniya hevbeş a (5) welatên bihêz û hilwesta Komkara Erebî û hin welatên din, piştevaniyeke xurt ji Herêma Kurdistanê re ye û dê di demên pêş de de berhema vê piştevaniyê xuya bibe. Dibêjin jî, divê ew welat kar ji bo vegerandina Pêşmergeyan li navçeyên Kurdistanî û dagirtina wê valahiya ewlehiyê bikin. Ew diyar dikin jî, daxuyaniya hevbeş, ji encama siyaseta aqilane ya Herêma Kurdistanê ye.

Daxuyaniya hevbeş a Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalya ku li dijî êrîşa şeva Çarşemê li Hewlêrê hat belavkirin, pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê li ser astana Navdewletî û navçeyê nîşan dide û statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê bihêz dike. Pisporekî pêwendiyên derve aşkere dike, di dahatûyê de berhemên vê piştevaniya navdewletî derdikevin û ew jî nîşan dide ku siyaseta Herêma Kurdistanê rast û aqilane ye.

Pisporê pêwendiyên navdewletî Saman Soranî ji K24ê re got: “Hevpeymanî şerê li dijî terorê dikin, ev jî nîşana wê ye ku piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin. Di çarçoveya welatên erebî de û bi taybet jî Komkara Erebî piştevaniya xwe ji Herêma Kurdistanê nîşan da, ev helwest nîşan didin ku siyaseta Herêma Kurdistanê li ser riyeke rast e û siyaseteke aqilane ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li helwesta dost û hevbeşên Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku bi koma dengan ev êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê armanceke wê ya hevbeş heye, ew jî parastina aramî û ewlehiya hemû xelkê Iraqê û serkeftina di şerê li dijî DAIŞê de ye. Pisporê pêwendiyên navdewletî Sersam Xelîl dibêje, divê hevpeymaniya şerê li dijî DAIŞê kar ji bo dawîkirina van êrîşan bike, ew jî bi vegera hêza Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî re dibe.

Ji encama êrîşa firokeyeke bêfirokvan ya bombekirî, ziyan gihîşt komgeheke hêzên hevpeymanan li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, vê yekê karvedaneke mezin li pişt xwe anî , duhî jî daxuyaniya hevbeş a (5) welatên bihêz bû ku tê de tekez kirin, ew ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin, da ku piştgîriya lêkolînan bikin û piştrast bin ku kesên li pişt vê êrîşê bêne cezakirin. Her wiha got: "Em hevdeng in ku êrîşên li ser leşker û yekîneyên Amerîka û hevpeymanan nayê qebûlkirin û em careke din hewldanên xwe yên şerê li dijî DAIŞ'ê tekez dikin."