Li Qamişlo krîza nan bûye barekî giran li ser milê welatiyan

Li Qamişlo krîza nan dibe sedemek ji bo kombûna xelkê li pêş firneyan û belavbûna Koronayê
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) - Li Rojavayê Kurdistanê kirîza nan û gazê derketiye û welatî daxwaza çareseriyê dikin ji ber ku demeke dirêj li ber firneyan dimînin.

Ligel belavbûna vîrûsa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê, krîza xizmetguzariyê berdewam e û krîza kêmbûna nan û gazê derketiye û xelk demeke dirêj li ber firneyan dimînin ta ku nanê xwe peyda bikin.

Welatiyên Rojava daxwaza çareseriyê ji vê krîzê re dikin û dibêjin, ji ber kombûna xelkê bi demên dirêj li ber firneyan, pabendbûna bi rêkarên xweparêziya ji Koronayê namîne.

Kalemêrê bi navê Qasim Ehmed ji K24ê re got: “Ji saet 8 ve û niha saet bûye 11 û hîna ez li dora nan im û nan tune.

Tevî ku qedexeya giştî li bajarê Qamişlo hatiye ragihandin, lê gelek xelk li pêş firneyan radiwestin. Welatî dibêjin, krîza nebûna xizmetguzariyan dibe sedema kombûna xelkê, welatî neçar in ku pêdviyên malbatên xwe peyda bikin û ev kombûn sedema sereke ya belavbûna Koronayê ye.

Berî ragihandina qedexeyê, krîza kêmbûna nan û gazê li Rojavayê Kurdistanê çêbûye. Rêveberiya Xweser jî hejmarek ji firne bi sedema ku wan ervan difirotin girt, ji ber vê jî xel neçar bûn berê xwe bidin firneyên hene û kombûn û qerebalixî li pêş wan çêbibin.

Li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj haletên pêketin û mirina bi Koronayê zêdetir tên tomarkirin, ligel hebûna krîzên xizmetguzariyê jî, Korona zêdetir belav dibe.