Baregeheke artêşa Iraqê rastî êrîşeke guleyên Hawinê hat

Li Iraqê êrîşên li ser baregehên leşkerî zêde bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeheke artêşa Iraqê li parêzgeha Enbarê rastî êrîşeke bi guleyên Hawinê hat.

Jêderekî ewlehiyê ji parêzeha Enbarê ragihand, îro danê sibê baregeheke artêşa Iraqê li navçeya Silîciye li rojavayê Rumadî, bi hejmarek guleyên Hawinê hate armanckirin, bêyî ku ti zanyariyên zêdetir aşkere bike.

Şeva borî jî baregeheke asmanî ya Beled ku binkeyeke hevbeş a hêzên Amerîkî û artêşa Iraqê ye li parêzgeha Selahedînê bi 5 mûşekan hate armanckirin û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve, hejmarek ji çekdarên DAIŞê li bajarokê Mustesêm li parêzgeha Selahedînê avêtin ser mala endamekî dezgeha îstixbarata Iraqê û ew kuşt.