Kêmbûna baranê dexl û danê cotkarên Rojava têk da

Ji ber kêmbûna baranê li Rojavayê Kurdistanê, mûsima dan û dexlê cotkaran têk çûye.
kurdistan24.net

Amûde (K24) – Ji ber kêmbûna baranê li Rojavayê Kurdistanê, mûsima dan û dexlê cotkaran têk çûye. Cotkar pez berdan nav dexlên xwe û kêmbûna baranê zirar li xwedîkirina ajelan jî kir û nirxê wan erzan bû.

Îsal ji ber kêmbûna baranê li Rojavayê Kurdistanê, dexl û danê cotkaran nebû, bi taybet li herêma Cizîrê ku piraniya cotkaran pez berdan nav dexlên xwe, yan jî ajotin û ziyaneke mezin dîtin.

Luqman Ebdo ku cotkarekî bajarokê Amûdê ye ji K24ê re got: “Min kizbere, kemûn û genim çandibû, ji ber kêmbûna baranê lê tiştek ji wan şîn nebû. A niha pez di nava zeviyê kizbereyan de ye, kemûn ji binî ve derneket û wiha jî dê genimê me jî ji pez re be. Piraniya zeviyên herêma me bejî ye û li ser baranê, baran nehat û mûsima me jî têk çû.”

Kêmbûna baranê, ziyan li xwedîkirina ajelan jî kir, xwarina pez kêm e û nirxê firotana pez jî kêm bûye.

Şivanê pez Hesen Hec Husên dibêje, “Mûsimê hemû berheman şewitiye û tiştek jê nemaye û niha ajel di nava zeviyan de ne, çend roja pezê me dê jê bixwe, di piştre jî em nizanin emê çawa pezê xwe xwedî bikin, yan em ê serjê bikin, yan em ê bifiroşin, pez nayê firoktan jî, nirxê wan jî erzan bûye.”

Çandinî ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re, jêdereke aborî ya sereke ye, bi nebûna mûsimê re jî, gelek ziyan digihe xelkê ku çend sal in mûsimeke baş nehatiye û di salên borî de bi dehhezaran Hiktar dexl û danê cotkaran şewitîn.