Biro: Em bi Cîgirê Nûnerê Amerîkayê re li ser Rojavayê Kurdistanê axivîn

"Şerê li Sûriyê, çareseriya siyasî û rewşa aborî, lê bi taybetî li ser rojhilatê Feratê û li ser Kurdistana Sûriyê em bi firehî axivîn."
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yên ENKSê Îbrahîm Biro
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yên ENKSê Îbrahîm Biro

Hewlêr (K24) – Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro li ser civîna îro ya bi Cîgirê Nûnerê Amerîkayê re diyar kir: “Bi tevahî li ser rewşa Sûriyê axaftin çêbûn, şerê li Sûriyê, çareseriya siyasî û rewşa aborî, lê bi taybetî li ser rojhilatê Feratê û li ser Kurdistana Sûriyê em bi firehî axivîn û li ser danûstandinên Kurdî-Kurdî jî axaftinên baş çêbûn.”

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Hewlêrê bi Cîgirê Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê David Brownstein re civiya û rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Îbrahîm Biro beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser girîngiya vê civînê û mijarên sereke yên ku di civînê de hatine axaftin, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Biro diyar kir: “Li ser daxwaza Cîgirê Nûnerê Amerîkayê ev civîn çêbû, serdana vê dîplomasiya li Herêma Kurdistanê û hevdîtina wî bi serkirdetiya Herêma Kurdistanê û cenabê Serok, Serokê Herêmê û Serokwezîr re, xwast şandek ji ENKSê jî li vê derê bibîne û hevdîtinên wî hê jî berdewam in.”

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yên ENKSê li ser mijarên ku di civînê hatine axaftin eşkere kir: “Bi tevahî li ser rewşa Sûriyê axaftin çêbûn, şerê li Sûriyê, çareseriya siyasî û rewşa aborî, lê bi taybetî li ser rojhilatê Feratê û li ser Kurdistana Sûriyê em bi firehî axivîn û li ser danûstandinên Kurdî-Kurdî jî axaftinên baş çêbûn.”

Îbrahîm Biro li ser xalên nakok ên di danûstandinên ENKS û PYNKê de diyar kir: “Ew xalên ku heta niha gotûbêj li ser wan nehatiye kirin, weke vegera Pêşmergeyên Roj û girtina cihê wan di nav Kurdistana Sûriyê de, li ser peymana civakî, li ser meseleya xwendinê, li ser meseleya girtinê, bi taybetî jî berdewamiya wan xalên avakirina baweriyê ku binpêkirin tê kirin heta vê kêliyê jî. Bêguman me ev tişt gotin û berî niha jî hevalên me di danûstandinê de ev tişt gotine û aliyê Amerîkî jî nerazîbûna xwe li ser van tiştan da xuyakirin, lê tenê digot ev tişt li ser maseya danûstandinê çareser dibin.”

ENKS û PYNK rêkeftineke siyasî îmze kirine, li ser pirsa “Gelo ev rêkeftina siyasî heta niha hat cîbicîkirin?” Îbrahîm Biro diyar kir: “Bêguman ev jî yek ji xalên ku me danûstandin li ser kir, ku me rêkeftinek siyasî kiriye û di wê rêkeftina me ya siyasî de jî û hemû biryarên navdewletî jî û hemû dewletên zilhêz jî, ku li Sûriyê ne, bi taybetî Amerîka, dibêjin 'Hûn Kurd, çareseriya we ya siyasî di hundirê Sûriyê de ye û bi xelkê Sûriyê re ye', lê tişta ku PYD dike, ya ku ev îdare dike, em miletê Sûrî hemû kirine dijminê hev. Ev yek jî tiştekî xerab e ji pêşeroja Kurdan re.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî berî niha diyarkiribû ku vegera Pêşmergeyên Roj berdewamiyeke vê proseyê ye û dê di çarçoveya rêkeftina Duhokê de were çareserkirin. Li ser pirsa "Gelo PYD van daxuyaniyên Mezlûm Ebdî cîbicî dike?" Îbrahîm Biro diyar kir: “Jixwe eger ev tişt bi serî nebin û bi taybetî jî meseleya Pêşmergeyên Roj û vegera wan û cihên wan, jixwe rêkeftin nagihe serî.”