Li Pirdê hêzên Iraqê hewl didin ku gundên Kurdan vala bikin

Deh gundên ser bi bajarokê Pirdê ji ber tunebûna elektrîkê dinalin, şêniyên wan gundan ji K24ê re diyar dikin ku hikûmeta Iraqê her roj bi hincetên cuda, dixwazin gundên wan vala bikin.
Hejmarek ji şêniyên gundên Pirdê
Hejmarek ji şêniyên gundên Pirdê

Hewlêr (K24) – Deh gundên ser bi bajarokê Pirdê ji ber tunebûna elektrîkê dinalin, şêniyên wan gundan ji K24ê re diyar dikin ku hikûmeta Iraqê her roj bi hincetên cuda, dixwazin gundên wan vala bikin. Herwiha ragihandin ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve, ew ji tunebûna elektrîk û rêgiriyên artêş û Heşda Şeibî dinalin.

Li sînorê bajarokê Pirdê, nişteciyên gundên Kurdan, ji rayedarên hikûmeta Iraqê nîgeran û bi hêrs in, ew dibêjin; zêdetirî 10 gundên li Pirdê ji ber ku Kurd in, elektrîka pêwîst ji wan re nayê dayîn û cotkar ji ber tunebûna elektrîkê zirarê dibînin.

Beşek ji cotkarên Kurd dibêjin: “Piştî bûyerên 16ê Cotmehê bi bername dijayetiya welatiyên Kurdan tê kirin û rê li ber me tê girtin ku em karê çandiniyê bikin.”

Şêniyên gundên Saleyî, Gelojî, Şêx Bizinî, Qereder û çend gundên din ên li sînorê bajarokê Pirdê diyar dikin ku di nav 24 demjimêrên borî de tenê du demjimêr elektrîk ji wan re hatiye dayîn. Vê jî zirareke mezin daye cotkarên Kurd, ji ber ku bêyî elektrîk nikarin weke pêwîst avê bidin berhemên xwe yên çandiniyê.

Welatiyên li wan gundan dibêjin; hikûmeta Iraqê dixwaze careke din proseya erebkirinê bike û wan neçar bike ku gundên xwe vala bikin. Her roj bi hincetên ewlehiyê, hêz û çekdarên Heşda Şeibî dikevin gundên wan û rêgirî û astengiyên mezin li ber welatiyên Kurd dirust dikin.