Iraq red dike ti hêzeke Amerîkî li binkeya esmanî Beled hebe

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê red dike ti leşkerekî Amerîkî li binkeya asmanî “Beled” hebe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrîşa li ser baregeha esmanî ya beled li parêzgeha Selahedînê, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê red dike ti leşkerekî Amerîkî li binkeya asmanî “Beled” hebe.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di hevdîtineke telefizyonî de, red dike ti leşkerekî Amerîkî li binkeya asmanî “Beled” hebe û got: “Cihê matmayînê ku ew binke tê armanckirin.”

Pêr 18ê Nîsanê baregeheke asmanî ya Beled ya artêşa Iraqê li parêzgeha Selahedînê bi 5 mûşekan hatibû armanckirin û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve û girêdayî rewşa ewlehî û leşkerî, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî ragihand, ew ê bi tundî bersiva êrîşên li ser binkeyên leşkerî bidin.