Li Diyarbekirê haletên Koronayê 7 qatan zêde bûye

Kesên ku xwedî mafê vaksîbûnê ne tenê %44an xwe vaksîn kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ak Partî yê Şaxa Diyarbekir Muhammed Şerîf Aydin di civînek çapemeniyê de da zanîn ku xebata çêkirina tramvayê ya nava Diyarbekir dê heta sala 2024an bi temamî xilas bibe. Her wiha hat amajekirin ku amadekariya avakirina zankoyek nu ya teybet jî tê kirin.

Serokê Ak Partî Yê Şaxa Diyarbekir Muhammed Şerîf Aydin di civînek çapemeniyê de da zanîn ku dê rêya hesin ango tramvay a ji Qada Şêx Sêîd dest pê dike û heta Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Ya Gazî Yaşargîl diçe were avakirin û dê heta 2024an bi temamî amade be.

 Aydin her wiha amaje kir ku dê ji bo Diyarbekir zankoyek nû ya teybet a bi navê Zankoya Surkent were avakirin.

Derbarê çêkirina Nexweşxaneya Bajêr de jî Aydin anî zimên dê Hezîran an jî Tîrmehê de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan serdana Diyarbekir bike û wê demê dê hurgiliyên çêkirina nexweşxaneyê aşkere bibin.

 Di civînê de derbarê Vîrusa Koronayê de jî hat amajekirin ku di nava 2 mehan de li Diyarbekirê tuşbuyên Vîrusa Koronayê 7 qat zêde bûne û her wiha ji kesên ku xwedî mafê vaksîbûnê ne tenê %44an xwe vaksîn kirine.

 Derbarê vê mijarê de Serokê Ak Partî Yê Şaxa Diyarbekir Muhammed Şerîf Aydin da zanîn ku ewê dîvçûnê li ser vê mijarê bikin.