Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê bi cibicîkirina yasaya budceyê pabend dibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi konsol û nûnerên welatên Yekîtîya Ewropa li Herêma Kurdistanê re civiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20.4.2021ê bi konsol û nûnerên welatên Yekîtîya Ewropa li Herêma Kurdistanê re civiya.

Di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendiyên wê yên bi Hikûmeta Federalî re û li pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Yekîtîya Ewropa hatin guftûgokirin.

Derbarê pêwendiyên bi Hikûmeta Federalî re, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pabendbûna Herêma Kurdistanê bi cibicîkirina yasaya budceya federalî tekez dike û daxwaz kir, di hemberê de jî Hikûmeta Federalî pabenbûna xwe li hember Herêma Kurdistanê ji bo şandina mafên darayî cibicî bike ku 10 meh in Hikûmeta Federalî ti beşên mûçeyê ji Herêma Kurdistanê re neşandine.

Serokwezîr hêvî xwest ku pesendkirina yasaya budceyê bibe destpêkeke baş ji bo çareserkirina kêşeyên din bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê, bi taybetî cîbicîkirina madeya 140 û asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveya îdareya Herêmê ku dê bandoreke erênî li ser aramî, ewlehî û aramiya Îraqê bike.

Serokwezîr bal kişand ser çaksaziyên hikûmetê yên ji bo birêxistinkirin û berfirehkirina çavkaniyên dahatê, kêmkirina lêçûnên ne pêwîst û zêdekirina şefafî û sînordarkirina îsrafkirina samanên giştî.

Serokwezîrê Herêmê destnîşan kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hêsankariyên pêwîst ji sermayedarên biyanî û herêmî re pêşkêş dike, ji bo weberhênanê di hemû waran de bi pêş bixin.

Di dawiyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bersiva pirsên konsol û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê da.