Kiliçdaroglu: Nikarin bersiva ‘128 mîlyar dolar li ku ye’ bidin

Li Tirkiyê serokê partiya mixalefeta sereke CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di komcivîna partiya xwe da carekê din aqûbeta ‘128 mîlyar dolar’ rezerva pereyên Bankaya Navendî ji Serokkomarê Tirkiyê Erdogan pirsî.
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu

Enqere (K24) - Li Tirkiyê serokê partiya mixalefeta sereke CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di komcivîna partiya xwe da carekê din aqûbeta ‘128 mîlyar dolar’ rezerva pereyên Bankaya Navendî ji Serokkomarê Tirkiyê Erdogan pirsî.

Ev demekî dirêj e derbarê aqûbeta ‘128 milyar dolar’ rezerva pereyên ku Banqeya Navendî ya Tirkiyê di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de bi taybetî jî di navbera desthilat û mixalefetê de dibe sedema nîqaş û gengeşiyê. Serokê Partiya Komarî ya Gel CHPê Kemal Kiliçdaroglu, li Parlamentoya Tirkiyê di komcivîna partiya xwe da axivî û got, “Wezîrê Xezîne û Darayî qebûl dike ku 128 mîlyar dolar hatiye firotin.” Her wiha parlamenterên CHPê jî bi maskeya, “128 mîlyar dolar li kû derê ye?” beşdarî civinê bûn.

“Mafê me heye em aqûbeta 128 mîlyar dolarî hîn bibin”

Serokê mixalefeta sereke ya Tirkiyê Kiliçdaroglu, îdia kir ku protokala firotina 128 mîlyar dolarî derqanûnî ye û ragihand: “Ji bo her kes baş fêm bike min 5 pirsan pirsî. Te 128 mîlyar dolarî bi kîjan rê û rêbazî firot? Mafê min heye ez vê yekê hîn bibim. Te kengê vê rezerve firot û te 128 mîlyar dolarî ji kîjan qûra diravê firot? Kê stand, em nizanin. Her wiha kê vê karê pêk anî em vê jî nizanin. Me pirsên xwe kirin, lê bersiv tune ne. Me dîsa pirsî lê bersiva ku me tetmîn bike nedan. Me got bila serokbajar û seroknavçeyên me afîşan daliqînin. Me got bila hemwelatiyên me jî hîn bibin û bipirsin. Lê bûn serferber û afîşên me anîn xwarê. Îja radibin dibêjin li welêt demokrasî heye. Heqaret û derew di afîşên me de nîn in. Me pirsekê hêsan kir. Ka hûn çima tînin xwarê? Lewra ditirsin. Lê em hêj jî nizanin ka 128 mîlyar dolar bi ku ve çû. Qanûna firotina rezervan hat betalkirin, lê hêj jî difroşin. Yanê protokol qanûnî nîne.”

“Erdogan ji bo bersivê nede komcivîna partiya xwe çênekir”

Her wiha Kiliçdaroglu, li ser daxuyaniya Wezîrê Xezîne û Darayî ya Tirkiyê Lutfu Elvan jî axivî û got, “Lutfu Elvan dibêje, derfeta me heye em hîn bibin çiqas kirîn û firotina diravan çêbûye. Yanê Wezîr qebûl dike ku 128 mîlyar dolar hatiye firotan. Jixwe we ji Bankaya Navendî re tiştekî nehîşt. Wezîr jî hewl dide postê xwe biparêze, ji loma radibe dibêje, bila Bankaya Navendî eşkere bike. Lê heta niha daxuyaniyên ku dane hemû bi nakok in û ji hevûdin nagrin. Hefteya borî roja Çarşemê Erdogan komcivîna partiya xwe saz nekir da bersiv nede van pirsan.”

Nîqaşa 128 mîlyar dolarî

Ev demek e derbarê aqûbeta ‘128 milyar dolar’ rezerva pereyên Bankeya Navendî ya Tirkiyê di rojeva siyasetê de bi germî tê nîqaşkirin. Serokê partiya mixalefeta sereke CHPê Kemal Kiliçdaroglu, hefteyên borî li Parlamentoyê, ji Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê aqûbeta 128 mîlyar dolarî da 5 pirsan pirsîbû û nîqaş bi vî awayî dest pê kiribû. Heta CHP bi pankartên ku pirsa aqûbeta vî pereyî dike bi avahiyên şaredariyên xwe ve daliqandibû, lê belê hikûmetê bi rêya dozgeriyê ev yek qedexe kir û bi vîncan ev pankartên CHPê ji avahiyên şaredarî û rêxistinên CHPê daxistibûn xwarê.